Îranê li navenda Îsraîlê xist: Kuştî û birîndar hene

Mûşekeke Îranê li nava bajarekî Îsraîlê ket û bû sedema kuştina 2 kesan û birîndarbûna nêzîkî 20 kesan.

14.06.2025, Cts - 13:02

Îranê li navenda Îsraîlê xist: Kuştî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Berdevkê Ajansa Hawarçûnê ya Îsraîlê Magen David Adom ragihand ku tîmên wan gihîştine cihê bûyerê û rewşa 3 birîndaran xirab e.

Heta niha cihê rast ê êrişê nehatiye diyarkirin lê ev duyemîn bûyera kuştina welatiyên sivîl e li Îsraîlê di nava 24 demjimêran de.

Êrişa dawî tirs zêde kiriye ku mûşekên Îranê karîne pergala parastina asmanî ya Îsraîlê derbas bikin û li nava bajarên qerebalix bikevin.

Li aliyê din, medyaya Îsraîlê dibêje ku di êrişên di nava 24 saetên borî de 3 kes hatine kuştin û 80 kes jî birîndar bûne.

Di çarçoveya rêzebersivên Îranê de operasyona “Soza Rast 3” ku wekî tola operasyona “Şêrê Rabûyî” ya Îsraîlê tê xwendin ev êriş a herî nû ye.

Şer û pevçûnan serê sibeha roja înê dest pê kir ku Îsraîlê êrişeke berfireh bir ser navendên atomî û leşkerî yên Îranê.

Di êrişa Îsraîlê de bi dehan fermandarên payebilind ên artêşa Îranê hatin kuştin ku di nava wan de kesên wekî Husên Selamî û Mihemed Baqirî û li gel 6 zanayên atomî hebûn.

Di bersivê de, Îranê çend caran mûşek ber bi Îsraîlê ve avêtin ku heta niha bûye sedema kuştina 3 kesan û birîndarbûna bi dehan kesan.

Medyaya Îsraîlê hilweşîna çend avahiyên Tel Evîvê ragihand.

Armanckirin a rasterast a bajaran bûye sedema bilindbûna dengê civaka navneteweyî, ji Encûmena Ewlehiyê heta Yekîtiya Ewropayê û welatên din bi berdewamî daxwaza ragirtinê û zêdebûna aloziya şer dikin.

Îran û Îsraîl li ser helwesta xwe ne û gefa lêdanên girantir li hev dixwin ku vê jî herêmê xistiye ber metirsiya şerekî giştgir û karesatbar.

 

Vî nûçeyê tevayî: 112 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:19:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x