Artêşa Îsraîlê Şadmanî bi vî rengî nasandiye ku "bilindtirîn fermandarê leşkerî" yê Îranê ye û kesê herî nêzîk ê Rêberê Dînî yê Komaara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî ye.
Îranê ti daxuyanî li ser kuştina Elî Şadmanî nedaye.
Berbanga Înê 13ê Hezîrana 2025an, Îsraîlê êrişî çend baregehên atomî û leşkerî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê kir ku di encamê de herî kêm 10 fermandarên leşkerî û 10 zanayên atomî hatin kuştin
Serokê Fermandariya Xatem El Enbiyayê Xulam Reşîd jî di êrişa Îsraîlê ya li ser Îranê de hatibû kuştin.
Piştî kuştina Xulam Elî Reşîdî Elî Şadmanî ji aliyê Elî Xamineyî ve wekî Fermandarê Baregeha Navendî ya Xatem El Enbiya hatibû erkdarkirin.