Şerê Îran û Îsraîlê bi hemû gurbûna xwe didome û her du alî gefan li hev dixwin.
“Min ev got û hey got!”
Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya hesabê xwe yê Truth Socialê postek belav kir û got:
“Divabû Îranê peymana ku min ji wan re digot îmze bikira. Çi şerm e û hederkirina jiyana mirovan e.
Bi zelalî hat gotin, NABE KU ÇEKÊN NUKLEER ÊN ÎRANÊ HEBIN. Min ev got û hey got!
Divê her kes bi lezgînî Tehranê vala bike!”