Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina Şahê Berîtaniyayê û Serokê Îmaratê beşdarî merasîma Cop28ê bû

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Dubaiyê beşdarî merasîma vekirina Lûtkeya Avhewayê ya Cîhanî (COP28) bû.

01.12.2023, Cum - 06:23

Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina Şahê Berîtaniyayê û Serokê Îmaratê beşdarî merasîma Cop28ê bû
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li ser vexwandina Şahê Brîtanyayê Charles III û Serokê Îmarata Erebiyê Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan gihişt Dubaiyê.

Lûtkeya Avhewayê ya Cîhanî îşev bi amadebûna hejmareke zêde ya serok û serkirdeyên cîhanê dest pê kir.

Nêçîrvan Barzanî beşdarî wê merasîma taybet a destpêkirina COP28 bû.

Di dema merasîmê de Nêçîrvan Barzanî û çend serok û serkirdeyên cîhanî hatin ba hev.

Serokê Herêma Kurdistanê û Şahê Brîtanyayê jî hatin cem hev.

Biryar e Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li rex wê civînê, li gel serok û serkirdeyên welatên beşdar, civînên dualî pêk bînin.

Di civîna COP28ê de ku wê zêdetirî 10 rojan berdewam dike, 750 kes gotar têne pêşkêşkirin.

Serok û serkirdeyên welatan û 6 hezar û 500 şande ji welatên cuda têde beşdar dibin.

Di lûtkeya îsal de, dê 5 dîdarên mezin û 35 çalakiyên cuda bên sazkirin.

Tê pêşbînîkirin ku heta sala 2050î, hişkesalî û lehî bi bihayê 5.6 tirilyon dolarî zererê digihîne aboriya cîhanê.

Eger mirovahî bi vî awayê niha ji çalakiyan berdewam be, pileya germahiyê dê bilind dibe.

Armanca sereke ya vê konferansê, bicihkirina Peymana Parîsê ya sala 2015 ye ku daxwaz dike, rê li ber bilindbûna pileya germa zeviyê bi rêjeya 1.5 pileyê bê girtin.

Îsal Îmarata Erebî dê serokatiya vê gera civînan bike û tê de, dê mijarên girêdayî guherîna av û hewayê, çawaniya rûbirûbûna encamên wê û rola welatan di kêmkirina metirsiyên wê de bên gotûbêjkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 222 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:39:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x