Berbijêrên serokkomariya Tirkiyê fermî hatin diyarkirin

Lîsteya fermî ya namzedên serokkomariya Tirkiyê ya Desteya Bilind a Hilbijartinan di Rojnameya Fermî de hat belavkirin.

31.03.2023, Cum - 07:35

Berbijêrên serokkomariya Tirkiyê fermî hatin diyarkirin
Nuçe Belav bike

Di Rojnameya Fermî de 31ê Adara 2023an lîsteya fermî ya namzedên serokkomariya Tirkiyê û biryara erêkirina ji bo komkirina alîkariyê ya namzedan ya vekirina hesabê diravên biyanî hat belavkirin.

Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) lîsteya fermî ya namzedên serokkomariya Tirkiyê ya hilbijartinên 14ê Gulanê diyar kir û ew lîste di Rojnameya Fermî de hat belavkirin.

Li gor wê lîsteyê 4 namzedên serokkomariya Tirkiyê hene. Namzedê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu, namzedê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan, Muharrem Ince û Sinan Ogan.

Namzedên serokkomariyê ji bo komkirina alîkariyê dikarin hesabê diravên biyanî vebikin. Li gor biryara hatiye belavkirin bi şertê ku 55 hezar û 598 lîreyê Tirkî derbas neke bi diravên biyanî dikarin alîkarî bê dayîn.

Desteya Bilind ya Hilbijartina a Tirkiyê derbarê nerazîbûnên dijî namzediya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de doh biryar dabû û diyar kiribû ku bi piraniya dengan nerazîbûn hatine redkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 513 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:47:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x