Buldan: Em berbijêrê Serokomariyê dernaxînin

Hevpeymaniya Ked û Azadiyê ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serkêşiya wê dike, helwesta xwe ya li ser berbijêrê Serokkomariyê eşkere kir û ragihand ku ew dê berbijêr dernexînin.

22.03.2023, Çar - 09:26

 Buldan: Em berbijêrê Serokomariyê dernaxînin
Nuçe Belav bike

îro Çareşemê 22ê Adara 2023an Hevpeymaniya Ked û Azadiyê ku HDP serkêşiya wê dike li Enqerê li ser birbijêrê Serokomariyê bo hilbijartinên 14ê Gulanê civiya û bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji raya giştî re eşkere kir.

Hevpeymaniyê amaje bi wê yekê kir ji bo têk birina Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan ku berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur e, ew di hilbijartinên Serokomariyê de berbijêr dernaxînin.

Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan got: “Em weke Hevpeyamaniya Ked û Azadiyê, di hilbijartina Serokkomariyê de berbijêr dernexînin û em dê li dijî pergala yek zilamî dê berpirsyartiya xwe ya dîrokî bi cih bînin û hesabê bipirsin.”

Heta niha hevpeymaniya Ked û Azadiyê bi fermî ranegihahandiye ku dê piştevaniya kê bike, lê hevserok û berpirsên HDPê ku partiya herî mezin a wê hevpeymaniyê ye bi germî li berbijêriya Hevpeymaniya Millet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dinêrin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 526 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:21:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x