Erdogan: Derdekî CHPê nîne ji Kurdan hez bike

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku pirsgirêkeke wan bi Kurdan re nîne û hevkariyeke baş di navbera wan de heye. Erdogan herwiha got: “AK Partiyê hemû mexdûriyetên Kurdan ji holê rakirin û maf û azadiyên wan dabîn kirin.”

19.04.2023, Çar - 07:12

Erdogan: Derdekî CHPê nîne ji Kurdan hez bike
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, roja 18ê Nîsana 2023ê di televîzyona fermî ya dewleta Tirkiyê TRTê de derbarê rojeva siyasetê û hilbijartinan de bersiva rojnamevanan da.

Erdogan derbarê HDP, dernexistina berbijêrê serokkomariyê û piştevanîkirina berbijêrê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglu de got: “Derdekî CHPê yê wiha nîne ku ji welatiyên min ên Kurd, birayên min ên Kurd hez bike. Ev hemû derew in. Li başûrê rojhilat û rojhilat navê CHP jî nîne. Ji bo me bi taybetî bo niha pirsgirêkeke me bi birayên me yên Kurd ên li başûrê rojhilat û rojhilat re nîne. Li mîtînga Amedê û bernameyên li Meletiyê, li Erzeromê hevkariyeke baş di navbera me birayên me yên Kurd de hebû.”

Bi gotina Erdogan, li bajarên Bakurê Kurdistanê weberhênan kirine û di navbera bajarên Tirk û Kurdan de cudahî nekirine.

Erdogan got: “Ew çiqas Kurd bin, em jî ewqas Kurd in. Em Tirk û Kurd hêmanên bingehîn ên vî welatî ne. Qedexeyên li ser Kurdî hatin rakirin. Dikarin li ser bilboardan diruşmên bi Kurdî binîvîsînîn û bi Kurdî biaxivin. Ev hemû di demên borî de qedexe bûn. Dikarin weşanên televîzyonê bikin. Bi heman awayî dewlet jî di televîzyoneke xwe de destûr da weşana Kurdî. Me Mem û Zîn belav kir. Me xwest di warê çandî de jî pêşketin hebe.”

Erdogan herwiha got: “Li gor me PKK û birayên me yên Kurd ji hev cuda ne. Eger hûn dixwazin dijminê Kurdan bibînin li HDPê binêrin. Eger hûn dixwazin dijminê Kurdan bibînin li CHPê binêrin. CHP û HDP dijminê Kurdan e. Zîhniyeta ku bi salan zilm li Kurdan kir CHP ya ku bay bay Kemal nûnerê wê ye û HDP ye. AK Partiyê hemû mexdûriyetên Kurdan ji holê rakirin û maf û azadiyên wan dabîn kirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 257 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:06:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x