Erdogan îro serdana Amedê dike

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro Înê 14ê Nîsanê serdana bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê dike.

14.04.2023, Cum - 07:45

Erdogan îro serdana Amedê dike
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê, Recep Tayyip Erdogan îro Înê 14ê Nîsana 2023 di çarçoveya serdana xwe ya bo Amedê de, dê beşdarî vekirina çend projeyan û danîne kevirê bingehîn ê yekeyên nîştecihbûnê bo mexdûrên erdhejê bibe.

Erdogan dê li navçeya Rezanê ya Amedê beşdarî danîna kevirê bingehîn ê yekeyên nîştecihbûnê bibe ku ji aliyê TOKI ve ji bo mexdûrên erdhejê tên çêkirin. Ew proje li gundê Oglaklî ya ser bi navçeya Rezanê tê çêkirin ku 25 kîlometreyan ji navenda bajarê Amedê dûr e.

Erdogan dê piştre li bajarokê Bajarê Nû (Yenişehir) li navenda bajarê Amedê beşdarî vekirina Mizgefta Navendî ya bi navê Selahaddin Eyubî bibe ku ji aliyê parlamenterê berê yê AK Partiyê yê Amedê Îhsan Arslan ve hatiye avakirin.

Ew mizgeft li ser rûberê 28 hezar metrekare hatiye çêkirin, avahiya mizgeftê 10 hezar kesan li xwe digire û bi hewşê ve cihê 20 hezar kesan lê heye.

Di nava du mehan de ew duyemîn serdana Erdogan bo Amedê ye.

Serdana Erdogan bo Amedê di demekê de ye ku hilbijartinên serokkomarî û parlamentoya Tirkiyê nêzîk bûne. Hilbijartinên Tirkiyê dê di 14ê Gulana îsal de bên kirin û Erdogan ji bo posta serokkomariyê berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur e. Rikeberê wî yê sereke jî berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 222 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:03:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x