Gezîcî: Hilbijartina serokkomariyê dimîne gera dûyem

Navenda Lêkolînê ya Gezîcî encamên rapirsiya xwe ya derbarê hilbijartina serokkomariya Tirkiyê de belav kirin. Li gor rapirsiyê, hibijartina serokkomariyê dimîne gera dûyem.

02.05.2023, Sal - 13:11

Gezîcî: Hilbijartina serokkomariyê dimîne gera dûyem
Nuçe Belav bike

Li gor rapirsiya Navenda Lêkolînê ya Gezîcî ku di navbera 24-26 Nîsanê de li 29 parêzgeh û 152 navçeyan ligel 3 hezar û 991 kesan kiriye, di gera yekem a hilbijartina serokkomariyê de ji her çar berbijêran kes ji sedî 50ê dengan bidest naxe.

Encamên Rapirsiya Gezîcî nîşan didin, ku di gera yekem a hilbijartinê de Kemal Kılıçdaroglu sedî 48,7ê dengan, Recep Tayyip Erdogan sedî 44,6ê dengan, Muharrem Înce sedî 4,7ê dengan û Sînan Ogan sedî 2ê dengan bi dest dixin.

Navenda Lêkolînê ya Gezîcî herwiha dibêje, di gera dûyem de berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu bi rêjeya sedî 5,6ê dengan dikeve pêş berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan û serkeftinê bidest dixe.

Ji bo hilbiajrtinên serokkomarî û parlamentoya Tirkiyê tenê 12 roj mane. Biryar e di 14ê Gulanê de hilbijartin li Tirkiyê bên lidarxistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 628 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:54:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x