Ji bo 9 parêzgehan hişyariya lehiyê hat dayîn

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ji bo 5 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û 4 parêzgehên Tirkiyê ragihand ku dê barane zêde bibare û egera lehiyê heye. Her wiha ligel vê yekê dê ba û bahoz jî rabe ku divê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

17.04.2023, Pts - 07:10

Ji bo 9 parêzgehan hişyariya lehiyê hat dayîn
Nuçe Belav bike

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê roja Duşemê 17ê Nîsana 2023an derbarê parêzgehên Erzîngan, Erzerom, Qers, Erdexan û Sêwasê yên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Çanakkale, Edirne, Kirklareli û Tekirdagê yên Tirkiyê de hişyariya barana zêde da.

Li gor daxuyaniya saziya navborî dê li van 9 parêzgehan baraneke zêde bibare û divê dijî egera lehiyê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Her wiha li çend parêzgehan jî dê tevî baranê ba û bahoz jî rabin û dibe ku serbanên mal û dukanan û dar û ber zerar bibînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 286 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:40:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x