Ji Kiliçdaroglu piştî hevdîtina bi HDPê re peyama Pirsa Kurd

Hevserokên HDPê û Berbijêrê Hevpeymaniya Millet yê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglu îro li parlamentoya Tirkiyê civiyan.

20.03.2023, Pts - 11:31

Ji Kiliçdaroglu piştî hevdîtina bi HDPê re peyama Pirsa Kurd
Nuçe Belav bike

Hevserokên HDPê Pervin Buldan û Mithat Sancar û berbijêrê Hevpeymaniya Millet ê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglu îro Duşemê 20ê Adara 2023an di demjimêr 12:00an de li Enqerê civiyan.

Di civîna îro de Wekîlê Serokê CHPê Ozgur Ozel, Sekretera CHPê Selin Sayek Boke û Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Oguz Kaan Salici, herwiha ji HDPê jî Berdevka partiyê Ebru Gunay û Serokwekîlê Grupa HDPê Saruhan Oluç beşdar in.

Piştî civînê Kemal Kiliçdaroglu û Hevserokên HDPê daxuyaniyek dan.

Kemal Kiliçdaroglu di daxuyaniya xwe ya piştî civînê de got, “Em alîgir in ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan em bi hev re tevbigerin. Di civînê de li ser rêveberiyên herêmî hatin axaftin. Me diyar kir ku qeyûm ne rast e. Divê em di her şert û mercî de demokrasiyê biparêzin. Em di sedsala 21. de ne, girtina partiyan ne rast e. Em dibînin ku partiyên girtî vedigerin qada siyasî û gel jî piştgiriya wan dike.”

“Divê tundûtûjiya li ser jinan bi dawî bibe”

Divê tundûtûjiya li ser jinan bi dawî bibe. Heger hûn tundûtûjiya li ser jinan teşwîq bikin û bêdeng bimînin ev ne rast e. Divê saziyeke polîtîk a pir zelal di vê mijarê de xwedî helwest be. Dema ev helwest hat nîşandan wê jin bi azadî siyasetê bikin û xebatên xwe bidomînin.”

“Pirsa Kurd jî di nav de çareseriya hemû pirsgirêkan Parlamentoya Tirkiyê ye”

Pirsa Kurd jî di nav de çareseriya hemû pirsgirêkan Parlamentoya Tirkiyê ye. Hebûna Parlamentoya Tirkiyê ji wê yekê tê ku cihê çareseriya pirsgirêkan e. Ji damezrandina wê heta niha pirsgirêk li wir hatine çareserkirin. Em dê baweriya xwe bi aqlê selîm bînin û em ê bi parlementerên hatine hilbijartin re hemû pirsgirêkên heyî çareser bikin. Ti pirsgirêk ne bê çareserî ye. Navnîşana çareseriya her pirsgirêkê Parlamentoya Tirkiyê ye. Ev pirsgirêk bi îradeya gel dikarin bên çareserkirin.”

Daxwaza min ji endamên çapemeniyê; ji kerema xwe dûrî zimanê ku civakê parçe dike bikevin. Berpirsiyariya medyayê jî heye. Divê haya wan ji vê berpirsiyariyê hebe.

Weke berbijêrê serokomariyê yê 13. ez ê şerê li vî welatî biqedînim. Nasname, bawerî û şêwaza jiyanê çi dibe bila bibe, mirov mirov e, li ser serê me cihê wan heye.”

“Dema Kurdî tê bikaranîn, jê re dibêjin zimanê nenas”

Mirov tê li Parlamentoya Tirkiyê li diaxive. Heger Îngilîzî be, yan Fransî be di nav parantezê de tê nivîsandin. Dema nivîsa axavtinê Kurdî be, jê re dibêjin 'zimanê nenas'. Ji bo Xwedê ez bang li wijdana gelê vî welatî dikim; kanaleke bi navê TRT Kurdî heye. Weşanê dike. Hûn çawa “zimanê nenas ê dinivîsin? Hûn çima ji bo zimanekî ku bi hezaran salan e tê axaftin “zimanê nenas” dinivîsin?”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 243 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:40:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x