Karamollaoglu: Ji bo perwerdehiya Kurdî divê damezrandina mamosteyan bê zêdekirin

Serokê Giştî yê Partiya Seadetê Karamollaoglu got ji bo perwerdehiya Kurdî divê tayîna mamosteyan bê zêdekirin.

03.05.2023, Çar - 09:15

Karamollaoglu: Ji bo perwerdehiya Kurdî divê damezrandina mamosteyan bê zêdekirin
Nuçe Belav bike

Serokê Giştî yê Partiya Seadetê Temel Karamollaoglu li navçeya Sûra navçeya Amedê di çarçoveya bernameya "Hevdîtina Amedê" de li saloneke dewetê axivî û got: “Li dibistanan divê zimanê dayîkê bê fêkirin û ji bo vê jî qasî hewce dike divê mamoste bên tayînkirin."

Di axaftina xwe de Temel Karamollaoglu diyar kir ku li herêmê hin bendewarî hene û ew jî divê teqez bên çareserkirin û ragihand ji wan yek jî zimanê dayîkê ye.

Karamollaoglu got: “Ji bo pêşketina zimanê dayikê, perwerdehiya wê hinek gav hatin avêtin lê berdewamiya wan nehat. Qanaleke dewletê ya ku bi Kurdî dest bi kar kir lê ev têrê nake. Li dibistanan divê zimanê dayikê bê fêrkirin û ji bo vê jî qasî hewce dike divê mamoste bên tayînkirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 504 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:32:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x