Kompanya lêkolînê ya PIARê encamên rapirsiya xwe ya li ser hilbijartinên 14ê Gulanê ya di navbera 15 û 18ê Nîsana 2023an eşkere kir ku li 40 parêzgehan û ligel 5 hezar û 400 kesan kiriye.
Li gor PIARê rêjeya dengên Kiliçdaroglu sedî 49.4 e û di gera yekemîn de hilbijartin bi dawî nabe. Li gor rapirsiyê rêjeya dengên Erdogan sedî 47.1, rêjeya dengên berbijêrê Hevpeymaniya ATA Sinan Ogan sedî 2.3 û Serokê Partiya Memleket Muharrem Înce jî rêjeya dengê wî kêm bûye û daketiye sedî 1.2.
Li gor rapirsiya Kompanya Optimarê ku herî dawî di 29ê Nîsanê de hatiye kirin, rêjeya dengên Erdogan v48.6 û rêjeya dengên Kiliçdaroglu sedî 44.1, rêjeya dengên Muharrem Ince sedî 4.3 û rêjeya dengên Sinan Ogan jî sedî 3 ye.
Li gor her du rapirsiya jî hilbijartina serokkomariyê di gera yekemîn de bi dawî nabe û dê 28ê Gulanê gera duyemîn ya hilbijartinê bê kirin.