Li Bursayê êrîşî otomobîla Amedê kirin û li welatiyekî dan

Alîgirên Bursasporê li navçeya Înegolê ya Bursayê, êrîşî otombîleke plakaya wê ya Amedê kirin û li şofêrê otomobîlê dan.

04.04.2023, Sal - 11:32

Li Bursayê êrîşî otomobîla Amedê kirin û li welatiyekî dan
Nuçe Belav bike

Roja Yekşemê 2ê Nîsanê dema lîstika Bursaspor û Înegolsporê dê bihata lîstin, welatiyê Kurd ê ji Mûşa Bakurê Kurdistanê N. Yildirim ê ku reqema plakaya otomobîla wî ya Amedê “21” e û di rêya tenişt stadyûmê re derbas dibû rastî êrîşa alîgirên Bursasporê hat.

Alîgirên Bursasporê li N. Yildirim dan û bi kevir û daran zerar dan otomobîla wî. Hat zanîn N. Yildirim salên dirêj e li navçeya Înegolê esnaf e.

N. Yildirim, piştî bûyerê çû Rêveberiya Ewlekariya Înegolû û derbarê êrîşkaran de gilî tomar kir. Lê heta niha kesek nehatiye desteserkirin.

Parlamenterê HDPê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu derbarê bûyerê de li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kiriye.

Gergerlioglu di twîta xwe de Parêzgarî û Rêveberiya Ewlekariya Bursayê etîket kiriye û nivîsiye: “Gelo we heta niha derbarê van êrîşkarên lîncê de karên yasayî nedan destpêkirin? Ev çi hal e? Ma desthilat li bajarekî rojava êrîşa bo ser azadiya geştê ya welatiyên Kurd ku plakayên wan 21 in xweş dibîne. Dê Kurd di hilbijartinan de bersiva vê faşîzmê bidin.”

Dîmenên êrîşa wê koma nijadperestan li Bursayê bo ser otomobîla bi plakaya Amedê (21) li ser medyaya civakî bi awayekî berfireh belav bûne û ji ber wê jî gelek welatiyên Kurd bertek nîşan dane û ew êrîş protesto kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 517 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:40:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x