Rapirsî: Dê ji sedî 95ê dengderan biçin ser sindoqan

Serokê Kompanya Lêkolîn û Rapirsiyan a Metropollê rapirsiya xwe ya derbarê rêjeya beşdarbûna dengderan a di hilbijartinên 14ê Gulanê de belav kir û got: “Dê ji sedî 95ê dengderan biçin ser sindoqên dengdanê."

08.04.2023, Cts - 07:53

Rapirsî: Dê ji sedî 95ê dengderan biçin ser sindoqan
Nuçe Belav bike

Kompanya Lêkolîn û Rapirsiyan a Metropollê rapirsiya xwe ya derbarê beşdariya dengderan a di hilbijartinên giştî yên 14ê Gulanê de belav kir.

Rapirsî li 28 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di navbere 1-3 Nîsana 2023an de ligel 2 hezar û 610 kesan hatiye kirin. Serokê Kompanya Metropollê Ozer Sancar encamên rapirsiyê li ser hesabê xwe yê medya civakî belav kirin.

Sancar ragihand ku dê di hilbijartinên 14ê Gulanê de ji sedî 95ê dengderan biçin ser sindoqên dengdanê û got: “Dibe ku rêjeya beşdarbûnê bigihe asta rekorê.”

Di rapirsiyê de ji kesên beşdar hatiye pirsîn “Hûn dê di hilbijartinan de dengê xwe bidin an na?”

Encam wiha ne:

Tekez deng didim: Sedî 84.1

Egerek zêde deng didim: Sedî 11.3

Dibe deng bidim: Sedî 2.4

Egerek zêde deng nadim: Sedî 1.5

Tekez deng nadim: Sedî 0.7

36 roj bo hilbijartinên giştî yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mane. Ev rapirsiya li ser beşdarbûna xelkê di demekê de ye ku di 7 hilbijartinên dawî yên giştî de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê rêjeya beşdarbûna xelkê di navbera ji sedî 79 heta ji sedî 86 de bû. Di hilbijartinên herî dawî yên sala 2018an jî rêjeya beşdarbûnê ji sedî 86.24 bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 223 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:38:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x