Nûnera NY li Iraqê serdana Sûriyê kir

Nûnera Netewên Yekbûyî li Iraqê Jeanine Plasschaert serdana Şamê kir û bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad re civiya.

6 Hezîran 2022 - 04:01
6 Hezîran 2022 - 04:01
 0
Nûnera NY li Iraqê serdana Sûriyê kir

ûnera Netewên Yekbûyî li Iraqê Jeanine Plasschaert serdana Şamê kir û bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad re civiya.

Di hevdîtinekê de ku roja Şembiyê 4ê Gulanê hat pêkanîn, Plasschaert û Miqdad hevahengî û alîkariya di navbera hikûmeta Sûriyê û ajansên Netewên Yekbûyî de gotûbêj kirin.

Herdû aliyan alîkariyên mirovî, rewşa kampan û bi taybetî kampa Holê jî gotûbêj kirin.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad di civînê de tekezî li ser wê yekê kir ku divê karê mirovî ji siyasetê bê dûrxistin û têkildarî rewşên mirovî hevahengî bi hikûmeta Sûriyê re bê kirin.

Li gor ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê SANA, Plasschaert di warê girtina kampan de spasiya alîkariya Sûriyê kiriye û amadekariya xwe nîşan da ku hemahengiyê bi hikûmetên Sûriyê û Iraqê re bike, ji bo çareserkirina pirsgirêkên welatiyên Iraqî yên ku di kampa Holê de mane.

Kordînatorê NY yê Sûriyê Imran Rida, Komîserê Bilind ê Netewên Yekbûyî ji bo Penaberan Nicholas Bose û Rêveberê Ofîsa Nûnerê Taybet ê Karûbarên Siyasî Mihemed el-Necar di wê serdanê de bi Jeanine Hennis-Plasschaert re bûne.

Ev nûçe bi tevahî 740 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:25:17