Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Balyozê Brîtanya yê li Iraqê civiyan

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro roja yekşemê 05.06.2020an pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Bryson Richardson kir.

6 Hezîran 2022 - 04:09
6 Hezîran 2022 - 04:09
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Balyozê Brîtanya yê li Iraqê civiyan

Mesrûr Barzanî do roja yekşemê 05.06.2020an pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Bryson Richardson kir.

Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê David Hunt tê de amade bû, Balyozê Brîtanya amaje bi serdana serkeftî ya Serokwezîr bo Brîtanya kir û di asteke bilind de bi xêrhatina wî kir. Bi taybetî tê çaverêkirin ku aliyên pêwendîdar ên her du aliyan li ser encamên serdanê di warên perwerde, xwendina bilind, tenduristî û hemahengiya leşkerî de kar bikin ji bo rûbirûbûna gefên terorîstan.

Serokwezîr sipasiya berdewamiya piştevaniya Brîtanya kir û dûpat kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze di hemû astan de peywendiyan pêş bixe.

Rewşa giştî ya Iraqê û giringiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal bi rêya diyalogê û li ser esasê destûrê mijareke din a civînê b

Ev nûçe bi tevahî 402 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:18:30