Nûnerê Xamineyî gef li leşkerên Amerîkayê xwar: Nêzîktir bibin

Nûnerê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê yê li Encûmena Bilind a Parastinê ya wî welatî, peyameke gefxwarinê da Washingtonê.

25 Adar 2026 - 12:33
25 Adar 2026 - 12:33
 0
Nûnerê Xamineyî gef li leşkerên Amerîkayê xwar: Nêzîktir bibin

Ew dibêje, “Bi salan e em li benda hatina leşkerên Amerîkayê ne û niha dema wê ye ku nêzîktir bibin.”

Nûnerê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê yê li Encûmena Bilind a Parastinê ya wî welatî Elî Ekber Ehmediyan li ser tora civakî ya Xê peyamek da Amerîkayê û got:

"Bi salan e em li benda hatina Amerîkiyan bûn ji bo wan xalên ku me diyar kirine.

Zêdetirî 20 salan e em bi stratejiya şerê nehevseng, ji bo vê kêliyê rahênanê dikin."

Ehmediyan di peyama xwe de berê xwe da leşkerên Amerîkayî û got:

"Niha tenê peyameke me ji bo leşkerên Amerîkî heye: Nêzîktir bibin."

Elî Ekber Ehmediyan di dariştina siyaseta parastin û asayîşa Îranê de yek ji wan kesayetên bibandor e.

Wî da zanîn ku welatê wî ji bo rûbirûbûneke bi vî rengî xwedî planeke demdirêj e û wan hemû amadehî kirine.

Şer derbasî roja 26an bû

Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê derbasî roja xwe ya 26an bûye.

Aloziyên di navbera her du aliyan de yên li herêmê gihiştine asteke gelekî bilind.

 

Ev nûçe bi tevahî 55 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:17:01