NY: Em ji êrîşa li ser Efrînê bi fikar in

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres derbarê êrişa Tirkiyê ya ji bi ser Efrînê de helwest nîşan da û ragihand ku ew ji vê êrişê "dilgiran û bi fikar in."

19 Çile 2018 - 17:10
19 Çile 2018 - 17:10
 0
NY: Em ji êrîşa li ser Efrînê bi fikar in

Piştî ku Tirkiyê di van demên dawî de diyar kir ku ew dê êrîşî Efrînê bike, Rûsya, Amerîka, Almanya jî di nav de gelek dewlet û derdoran derbarê opersyona muhtemel a Tirkiyê ya li ser Efrînê daxuyanî dan. Îro Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî derbarê operasyona muhtemel a Tirkiyê de daxuyaniyek da.

Li gor nûçeya Rûdawê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî destnîşan kir ku, ev operasyon "dê bibe sedema can ji dest dana welatiyên sivîl" û teqez kir, "her cure pêşhatek me dilgiran dike."

Ev nûçe bi tevahî 1602 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:03:53