Lavrov vekişandina leşkerên rûsî ji Efrînê red kir

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov nûçeyên derbarê vekişandina leşkerên rûsî ji Efrînê red kir.

19 Çile 2018 - 17:11
19 Çile 2018 - 17:27
 0
Lavrov vekişandina leşkerên rûsî ji Efrînê red kir

Lavrov got, ew nûçeyên derbarê vekişîna leşkerên rûsî ji Efrînê de hatine belavkirin dûrî rastiyê ne.

Wezîrê rûsî li ser pirsa 'Bi rastî Rûsyayê dest bi vekişandina hêzên xwe yên li Efrînê kiriye?' got, "Daxuyaniya derewbûna nûçeyên bi vî rengî piştre hatibû dayîn."

Ajansa Anadol (A.A) ya Tirkiyê ragihandibû ku leşkerên rûsî dest bi vekişîna ji baregehên dorûbera Efrînê kirine û ev nûçe ji aboneyên xwe re derbas kiribû.

Ev nûçe bi tevahî 1536 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:01:34