NY: Li Efrînê zêdetirî 15 hezar kesî malên xwe terikandin

Berpirsa Neteweyên Yekbûyî Ursula Mueller di axaftina xwe de ragihand ku heta niha zêdetirî 15 hezar şêniyên efrînî ji ber êrişan malên xwe terikandine.

31 Çile 2018 - 03:31
1 Sibat 2018 - 10:26
 0
NY: Li Efrînê zêdetirî 15 hezar kesî malên xwe terikandin

Cîgira Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ku ji alîkariya însanî berpirsyar e Ursula Mueller di axaftina xwe de ragihand ku ji ber şer û pevçûnan heta niha zêdetirî 15 şêniyên efrînî malên xwe terikandine.

Ursula Mueller di axaftina xwe ya Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) de got: "Agahiyên ku sivîl têne kuştin û birîndar dibin em dibihîzin. Heta niha zêdetirî 15 hezar kesên li herêmê malên xwe terikandine û ji wan nêzîkî hezar kesî derbasî Helebê bûne."

Mueller di berdewamiya axaftina xwe de got: "Herwiha agahiyên ku rêvebiriya Efrînê derketin û cihguherandina sivîlan asteng dike jî tê ber guhê me."

Ev nûçe bi tevahî 1458 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:32:29