YPG red dike artêşa Tirkiyê du gund kontrol kiribe

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) red kir ku artêşa Tirkiyê du gund li Efrînê kontrol kiribe.

30 Çile 2018 - 11:01
30 Çile 2018 - 11:01
 0
YPG red dike artêşa Tirkiyê du gund kontrol kiribe

Peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Heseke ji K24ê re ragihand, artêşa Tirkiyê û hêzên ser bi wê ve gundê Satê Şaxê û Silêman Xelîl yên navçeya Raco kontrol bikin.

Birûsk Heseke amaje bi wê yekê kir, îro şer û pevçûn li wê derverê û girê Qestelê berdewam in.

Ji aliyê xwe ve, çalakvanên Efrînê ji K24ê re ragihand, artêşa Tirkiyê gundên Memila yê navçeya Raco û Xelîl Gulko yê navçeya Şiyê topbaran dike û şer û pevçûn jî li wan her du gundan derketiye.

Medyayên Tirkiyê ragihandibûn, ku artêşa Tirkiyê du gund li derdora Efrînê ji destê YPGê girtine.

Ev nûçe bi tevahî 2129 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:35:32