Ocalan: Pêkanîna Peymana 10ê Adarê dê pêvajoyê rihet bike

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan diyar kir ku pêkanîna Peymana 10ê Adarê dê pêvajoyê rihet bike

30 Berfanbar 2025 - 11:27
30 Berfanbar 2025 - 11:27
 0
Ocalan: Pêkanîna Peymana 10ê Adarê dê pêvajoyê rihet bike

Abdullah Ocalan bi boneya serê salê peyamek belav kir.

Rêberê PKKyê di peyama xwe de got, “Bicihanîna lihevkirinê dê pêvajoyê rihet bike û bilez bike.

Di vê pêvajoyê de rola Tirkiyeyê ya hêsanker, avaker û vekirî ya ji diyalogê re xwedî girîngiyeke jiyanî ye."

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), peyama sersalê ya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan parve kir.

Abdullah Ocan di peyama xwe de behsa pêvajoya çareseriyê û Peymana 10ê Adarê ya ku di navbera Sûriye û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û de hatiye îmzekirin kir.

Peyama Abdullah Ocalan wiha ye:

"Bila sala nû bibe sala aştiyê ne ya şer

Dema em dikevin saleke nû, divê em ducare bi bîr bînin ku neteweperestiya ku di sedsala borî de bi êrişên emperyalîst re di nav hev de bi pêş ketiye, Rojhilata Navîn çawa bi pevçûnên kûr, wêranî û perçebûnên civakî re rûbirû hiştiye.

Mezhebperestî û neteweperestiyên etnîkî yên ku îro li herêmê tên jiyîn hemû, kokên xwe ji vê dîroka nêzîk û biêş distînin.

Mixabin stratejiya 'parçe bike, bi rê ve bibe û sor bike' ya pergala hegemonîk di bin awayên cuda de didome.

Tam jî ji ber vê sedemê perspektîfa me ya Aştî û Civaka Demokratîk ku me tevî zehmetiyan bi pêş xistiye ne tenê tercîhek e, wekî neçariyeke dîrokî li pêşiya me disekine.

Eger rast û têgihîştî were nirxandin ev perspektîf panzehîrek e ku dikare rê li ber pevçûnên nû bigire û jiyana gelan a bi hev re, wekhev û azad pêkan bike.

Di heyama pêşiya me de berpirsyariya me ya bingehîn ew e ku em rê li ber pevçûneke nû bigirin ku dikare di demeke kurt de derkeve û rê li ber encamên ku qerebûkirina wan ne mimkin e bigirin.

Krîzên ku li Rojhilata Navîn kûr dibin û pevçûnên polîtîk, encama neçar a xitimîn û nedidombariya têgihiştina şaristaniya dewletparêz a desthilatxwaz û despotîk e ku bi hezaran sal in didome.

Çareseriya Pirsgirêka Kurdan a ku di navenda van krîzan de ye jî, tenê bi aştiya civakî û lihevkirina demokratîk pêkan e.

Girîngiyeke jiyanî heye ku pirsgirêk ne bi rêbazên pevçûn, şer, leşkerî û ewlehiyê; li ser zemîneke demokratîk a ku îradeya gelan esas digire were destgirtin.

Divê neyê jibîrkirin ku heta jin azad nebe azadkirina civakê ne pêkan e.

Heta zîhniyeta mêrsalar çareser nebe çanda şer bi dawî nabe, aştî nabe mayînde.

Ji ber vê yekê ez azadiya jinê, wekî prensîba avaker û danenîn a civaka demokratîk dest digirim.

Tabloya kaotîk a li Sûriyeyê derketiye holê jî nîşaneya eşkere ya pêdiviya demokratîkbûnê ye.

Têgihiştina birêvebiriyê ya yekperest, zextkar û ya nasnameyan înkar dike ku bi salan ajot; daxwaza azadî û wekheviyê ya Kurd, Ereb, Elewî û hemû gelan hê xurttir kiriye.

Daxwaza bingehîn a ku di çarçoveya Peymana 10ê Adarê ya di navbera HSD û rêveberiya Şamê de hatiye îmzekirin de hatiye ziman, modelekî siyasî ya demokratîk e ku gel karibin bi hev re xwe bi xwe bi rê ve bibin.

Ev nêzîkatî, zemîneke entegrasyona demokratîk a ku dikare bi avahiya navendî re were muzakerekirin jî dihewîne. Pêkanîna Peymana 10ê Adarê, dê pêvajoyê rihet bike û bilez bike.

Di vê pêvajoyê de rola Tirkiyeyê ya hêsanker, avaker û vekirî ya ji diyalogê re xwedî girîngiyeke jiyanî ye.

Ev hem ji aliyê aştiya herêmî ve hem jî ji aliyê xurtkirina aştiya wê ya navxweyî ve xwedî girîngiyeke krîtîk e.

Dîroka modern a Rojhilata Navîn, bi piranî dîroka ‘şoreşên negatîf’ e. Şer, zordarî, înkar û wêranî... Li hemberî vê tiştê ku em pêşniyar dikin ‘şoreşa pozîtîf’ e.

Yanî jinûve avakirina civakê ye bi rêbazên demokratîk, aştiyane û exlaqî-polîtîk.

Aştiya ku em bi israr diparêzin ne encamek e, divê bibe destpêkeke nû û têkoşîna maf, hiqûq û demokratîkbûnê ya ku dê di nav aştiyê de were meşandin dê nefret, dijberî û hêrsê ji holê rake û ji bo her kesî deriyê jiyaneke nû veke.

Bi vê hişmendiyê, ez hêvî dikim ku sala nû nebe sala şer, wêranî û cudabûnê; bibe sala lihevkirina demokratîk, aştî û îradeya avakirina paşeroja hevpar a gelan a bi hev re.

Ez hêvî dikim ku sala nû li Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê derî li aştî, azadî û paşerojeke demokratîk veke; di serî de gelên ku têdikoşin, sersala hemû dostan pîroz dikim.

Ez hêvî dikim ku sala nû aştî û jiyaneke bi rûmet ji hemû gelên me re bîne, hezkirin û silavên xwe dişînim.

Ev serdem, dê bibe serdemeke ku bi azadiya jinê xurt dibe, gel di nav aştiyê de bi nirxên demokratîk re dibin yek."

 

Ev nûçe bi tevahî 15 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:28:59