Operasyona li dijî Can Holdingê: Dest danîn ser Show TV û Haberturkê

Operasyon li dijî Can Holdingê hat kirin û birêvebirên 121 kompanyayan hatin desteserkirin û her wiha dest danîn ser Show TV û Haberturkê.

11 Îlon 2025 - 10:48
11 Îlon 2025 - 10:48
 0
Operasyona li dijî Can Holdingê: Dest danîn ser Show TV û Haberturkê

Li Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Kuçukçekmeceyê de bi tohmeta “damezirandina rêxistina sûcan”, “qaçaxçîtî”, “sextekarî” û “spîkirina pereyan” operasyonek li dijî Can Holdingê hat kirin.

Di operasyonê de biryara desteserkirina 8 kesan hat dayîn ku birêvebirên wekî Mehmet Şakîr Can, Kemal Can û Kenan Tekdag jî di nav de ne.

Her wiha dest danîn ser 121 şîrketên holdingê ku di nav wan de Haberturk û Show TV jî hene.

Karsaz Turgay Cîner, sala 2024an hemû hîseyên xwe yên di nav Ciner Yayin Holdingê de ku HaberTurk, Show TV û Bloomberg HT jî di nav de bûn, veguhastibûn Can Holdingê.

Di nav saziyên girêdayî Can Holdingê de Zanîngeha Bîlgiyê, Koleja Dogayê, stasyonên benzînê yên Energy, Awox, Nexweşxaneya Medîzayê û Otelên Golden Hillê jî hene.

Tê payîn ku saetên pêş derbarê hûrgiliyên lêpirsînê agahiyên nû ji raya giştî re bên parvekirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 28 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:04:56