PAK: Agirê Newrozê hêvîya azadîyê geş dike

Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistan (PAK), Mustafa Ozcelik peyamek ji bo Newrozê weşand.

20 Adar 2018 - 12:24
20 Adar 2018 - 12:24
 0
PAK: Agirê Newrozê hêvîya azadîyê geş dike

Ji rûxandina zilma Dehaqê xwînxwar heta îro, bi dehcaran azadî û Kawayên Hesinkar di himbêza Newrozê de şehîd ketine.

Bi dehcaran jî Kawayên nemir bi agirê Newrozê doza azadîyê geş kiriye.

Bawerî, hêvî,sebir, tifaq,xebat,biryardarî,têkoşîn jî bûne ardûyên alaviya vî agirî.

Di demeke ku ewrên reş û tarî dixwaze weltê me bifetisîne de agire Newrozê dê rêya azdîyê rohnî bike.

Tu şika me tuneye û divê tunebe jî: tu kes dê nikaribe rê li ber azadîya Kurdistanê bigire.

Bi hêvî, bi dilsozî û bi xebateke bê westan em ê mihaqeq bi ser kevin.

Ez bi van hest û bîr û baweriyên xwe Newrozê li gelê xwe pîroz dikim.

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Ev nûçe bi tevahî 1666 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:53:24