Vegera dîrokî: Koma Amed piştî 30 salî li Qada Newrozê ye
Koma Amed dê piştî 30 salan li Amedê konserekê bide.

Koma Amed yek ji komên herî navdar ên muzîka Kurdî ye û salên 1990î de di lûtkeyê de bû lê pişt re navber dabû muzîkê.
Berê hatibû ragihandin ku konser dê meha Çiriya Pêşîn bê lidarxistin.
Lê endamê Koma Amed Memo Gul li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku konser dê 1ê Çiriya Paşîn a 2025an de li Qada Newrozê ya Amedê were lidarxistin.
Memo Gul her wiha di bersiva pirsa şopînerekî xwe de diyar kir ku konser dê belaş be.
Koma Amed bi berhemên xwe yên resen mohra xwe li salên 1990î xistibû.
Albumên komê yên bi navê "Kulîlka Azadiyê", "Agir û Mirov" û "Dergûş" hene.
Nûvekirina herî dawî: 09:14:55