PAK: Em bi şerê di navbera herdu baskên Komeleyê xemgînin
Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK), em bi şerê di navbera herdu baskên Komeleyê xemgînin.

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) di derbarê şerê ku li Kampa Zirgiwêz a li bajarê Silêmaniyê şer di navbera Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê da derketîye daxuyanîyek belav kir.
PAK'ê di daxûyanîya xwe de ev gotin nivîsandîye:
"Li gorî agahdarîyên ku gihîştine ber destên me, li Kampa Zirgiwêz a li bajarê Silêmaniyê şer di navbera Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê da derketîye û di encamê da du pêşmergeyan canê xwe ji dest dan.
Em bi vê bûyerê gelekî xemgînin.
Di demeke ku yekitî û hevkarîyên partîyên li Rojhilatê Kurdistanê bûye cîhê dilxweşî û hêvîyeke mezin, ev rûdana dilê her niştimanperwerekî diêşîne.
Aşkereye ku şer û pevçûnên bi vî rengî, bes dê kêfa dijminên gelê Kurdistanê bîne û dê ji planên wan ên qirêj ra rê xweştir bike.
Em di wê bawerî û hêvîyê da ne ku, zûtirîn wext herdu baskên Komeleyê dê li hev bên û dê nehêlin ev rûdana diltezîn berdewam bike, dê bi metanet tevbigerin.
Herweha em di wê bawerîyê da ne ku PDK-Îran û partîyên din yên Rojhilatê Kurdistanê jî ji bo ev rûdana nexweş berfireh nebe û ji bo pirsgirêk bê çareser kirin, dê hemû berpirsyarî û watinîyên li ser milên wan e bicîh bînin."
Nûvekirina herî dawî: 07:07:32