Parîs: Bi amadebûna Serok Barzanî 'Rêya Pêşmerge' tê vekirin
Şaredariya Parîsê ragihand, “Êdî Pêşmerge li ser nexşeya Parîsê xwedî cih e” û da zanîn ku îro dê li parkeke paytexta Fransayê rêyeke bi navê artêşa Kurdistanê were vekirin.

Şaredariya Parîsê şeva pêncşemê di daxuyaniyeke nivîskî de amaje pê kir ku Şaredara Parîsê Anne Hidalogo dê bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û wekî rêzgirtinekê ji bo şervanên Kurd, "Rêya Pêşmerge" veke.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Pêşmerge ku hêzeke şerker a Kurdistana Îraqê ye, sembola têkoşîna gelê Kurd a ji bo maf û xwebirêveberiyê ye."
Şaredariya Parîsê her wiha diyar kir:
"Ev çend sal in, bajarê Parîsê pêwendiyên wê yên xurt bi Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê re hene.
Sala 2019an, Şaredara Parîsê çû serdana Hewlêrê û peymana dostaniyê ya di navbera her du bajaran de îmze kir."
Parîs û Hewlêr li gorî wê rêkeftinê wekî "bajarên destexwişk" hatine ragihandin.
Şaredariya Parîsê da zanîn:
"Parîs şanaziyê pê dike ku zêdetirî 40 salan e mazûvaniya Enstîtuya Kurdî dike ku navendeke bêhempa ya taybet bi belavkirina çand û zimanê Kurdî ye."
Şaredariya Parîsê li ser vekirina Rêya Pêşmerge anî ziman:
"Êdî Pêşmerge li ser nexşeya Parîsê xwedî cih e û berê wê li dîmenê bêhempa yê Çemê Seineyê ye."
Li hêla din, Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jî çend wêne li gel Serok Barzanî li Parîsê belav kirin.
Her wiha Serokê Navenda Ewropî ya Lêkolînên Rojhilata Navîn Dr. Adil Baxewan jî wêneyekî xwe bi Serok Barzanî re belav kir û nivîsî:
"Îro li Parîsê, min û Cenabê Serok Barzanî li ser van mijarên jêrîn guftûgoyeke gelekî kûr kir:
Rûdanên dawî yên Herêma Kurdistanê û bijardeyên derketina ji qeyranan.
Aloziya pêwendiyên di navbera Herêm û Îraqê de û çawaniya ji nû ve avakirina wan pêwendiyan li ser çarçoveyeke nû.
Pêwendiyên di navbera Kurdistan û Fransayê de û hêviyên her du aliyan ji hev.
Pirsa kabîneya dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hilbijartinên Îraqê."
Nûvekirina herî dawî: 14:37:34