Parlamenterekî berê yê Rojhilatê Kurdistanê hat desteserkirin

Parlamenterekî berê yê bajarê Bicar ê parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hat desteserkirin.

7 Çile 2023 - 04:48
7 Çile 2023 - 04:48
 0
Parlamenterekî berê yê Rojhilatê Kurdistanê hat desteserkirin

Roja Pêncşemê 5ê Çileya 2023an hêzên ewlehiyê yên Îranê parlamenterê berê Mihemed Mihemed Rezayî li bajarê Bîcar ê parêzgeha Sineyê desteserkirin.

Heta niha sedema desteserkirina parlamenterê berê Mihemed Mihemed Rizayî nehatiye ragihandin lê berî niha bi tohmeta belavkirina zanyariyên nerast, propagandaya li dijî desthilatê û têkdana asayîşa giştî bi 2 salan hatibû cezakirin.

Mihemed Mihemed Rezayî bi salan e li ser dosyeya dagirkirina erdên Bîcarê kar dike.

Di rojên dawî de, wî çend name belav kirine û berpirsên dadwerî yên Sine û Bîcarê bi gendelî û bertîlxwarinê tawanbar dike.

Ev nûçe bi tevahî 678 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:38:12