Li Amedê qeza: 5 mirî, 22 birîndar

Li navçeya Farqînê ya ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ve otobûsa rêwiyan ji kontrolê derket û wergeriya. Di bûyerê de li gor zanyariyên destpêkê 5 kesan canê xwe ji dest dan û 22 kes jî birîndar bûn.

7 Çile 2023 - 04:50
7 Çile 2023 - 04:50
 0
Li Amedê qeza: 5 mirî, 22 birîndar

Îro berê sibeha Şemiyê 7ê Çileya 2023an li navçeya Farqînê ya Amedê otobûsa rêwiyan ji kontrola şofêr derket û wergeriya. Di bûyerê de li gor zanyariyên destpêkê 5 kesan canê xwe ji dest dan û 22 kes jî birîndar bûn.

Bûyer li ser rêya Amed-Farqînê çêbû û otobûs ser bi Kampanya Yeni Diyarbakir e. Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstî, berevaniya şaristanî, AFAD û cendirme bo cihê bûyerê hatin şandin.

Di bûyerê de 5 kesan canê xwe ji dest dan û 22 kes jî birîndar bûn. Birîndar bo nexweşxaneyên bajêr hatin veguhestin.

Ev nûçe bi tevahî 559 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:18:00