Parlamentoya Tirkiyeyê: Hevdîtina bi Ocalan re erênî derbas bû
Parlamentoya Tirkiyeyê ragihand ku hevdîtina endamên Komîsyonê ya bi Abdullah Ocalan re erênî derbas bû.
Endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin, doh ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re çû Îmraliyê.
Parlamentoya Tirkiyeyê derbarê hevdîtina endamên Komîsyonê ya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Li gorî daxuyaniya Parlamentoya Tirkiyeyê endamên Komîsyonê ji Îmraliyê vegeriyan û hevdîtina wan a bi Ocalan êrenî derbas bûye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di warê yekbûna civakî û perspektîfa herêmî de encamên erênî hatine bidestxistin.
Komîsyonê ragihand ku ji 5ê Tebaxa 2025an ve ku civîna yekem hatiye kirin, heta niha 18 caran civiyaye û guh daye aliyên pêwendîdar.
Biryara çûna Îmraliyê
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di civîna 18emîn a 21ê Çiriya Paşîn a 2025an de, bi dengên piranî biryara guhdarîkirina li Abdullah Ocalan hatiye dayîn.
Li gorî vê biryarê, şandeya Komîsyonê îro çû Girtîgeha Îmraliyê.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li dûv "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a 27ê Sibatê, li gel daxuyaniyên li ser xwefesixkirina PKKyê û danîna çekan pirs hatine kirin.
Her wiha hat destnîşankirin ku di çarçoveya pirsên li ser bicihanîna Peymana 10ê Adarê ya di navbera HSD û hikûmeta Şamê de beyanên berfireh hatine wergirtin.
"Encamên erênî hatin wergirtin"
Di daxuyaniyê de encama hevdîtinê wiha hatiye nirxandin:
"Di encama hevdîtinê de, ji bo yekbûna civakî, bihêzkirina biratiyê û bi awayekî pozîtîv bi pêşxistina pêvajoyê ya li gorî perspektîfa herêmî encamên erênî hatin wergirtin."
Di dawiya daxuyaniyê de hatiye gotin ku Komîsyon ji niha pê ve jî ji bo armancên xwe pêk bîne dê bi rijd xebatên xwe bidomîne.
Nûvekirina herî dawî: 13:12:00