PDK: Bêyî ala Kurdistanê em venagerin

Cîgirê Serokê Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah ragihand, heta ku ala Kurdistanê li Kerkûkê neyê hildan û qedexe ranebe ew wek partî venagerin Kerkûkê.

5 Avrêl 2018 - 03:40
5 Avrêl 2018 - 03:40
 0
PDK: Bêyî ala Kurdistanê em venagerin

Şaxewan Ebdullah ji televizyona Kurdistan24ê re derbarê vegera Kerkûkê de axivî û got ku heta qedexeya li ser ala Kurdistanê li Kerkûkê neyê rakirin û lihevkirineke fermî çênebe, ew rêxistina PDKê venakin.

Rayedarê PDKê li ser belavbûna hin nûçeyên derbarê ketina Pêşmerge ya nav Kerkûkê jî diyar kir ku ew nûçe nerast in û ti hêzeke Pêşmerge derbasî herêmên nakok yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê nebûne.

Ev nûçe bi tevahî 1986 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:51:03