Ji siyasetmedarên Kurd, daxuyaniyên girîng!
Di taziya Îdrîs Barzanî yê birayê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de siyasetmedarên Kurd girîngiya yekîtiyê anîn zimên.

Siyasetmedarên ku çûbûne taziyê pirsên rojnamevanan bersivandin.
Serokomarê Iraqê Fuad Masum got ku êdî navbera Bexda û Hewlêrê baş bûye.
Sekreterê Giştî yê Yekgirtuyê Selahaddîn Bahauddîn jî anî zimên ku mijarên siyasî bihûrbar in, lêbelê mijarên exlaqî û civakî û meseleyên Kurdî mayînde ne. Em partiyên siyasî kengî bixwazin, lazim e em werin cem hev. Belkî têkiliyên wiha bibine sebeb ku em pêl nefsa xwe jî bikin û deriyên xêrê jî li me vebin.
Serokê koalîsyona Demokrasî û Edaletê Behrem Salih jî got ku yekîtiya Kurdan ji bo her kesî baş û pir girîng e. Xwezî em, ne tenê di rojên xirab de hatibana cem hev.
Sekreterê PDKê Fazil MÎranî jî got ku li gorî min ji bo KDPê û malbata Barzanî ev bû referandûmek. Em spasî hemî kesê ku hatine taziyê dikin.
Nûvekirina herî dawî: 13:09:28