PDK: Ji bo peywira Serokomarê Iraqê emê deng bidin Letîf Reşîd

Seroka Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê ragehand: Di rûniştina îro ya Parlamentoya Iraqê ya ji bo Serokomar emê deng bidin Letîf Reşîd.

13 Cotmeh 2022 - 05:47
13 Cotmeh 2022 - 05:47
 0
PDK: Ji bo peywira Serokomarê Iraqê emê deng bidin Letîf Reşîd

Îro 13.10.2022yê Seroka Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî ji K24ê re ragehand: ‘’Îro wek fraksiyona PDKê emê beşdarî rûniştina Parlamentoya Iraqê bibin û deng bidin Letîf Reşîd.’’

Ev helwêsta PDKê di demekî de ye ku YNK, derbarê zelal kirina namzedê hevbeş bo Serokomarê Iraqê li gel PDKê negeheşt rêkeftinê.

Ev nûçe bi tevahî 708 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:37:49