PDK û Goran li Pîrmamê dicivin

Îro şandeke bilind a Bizava Goranê serdana PDKyê li Pîrmamê bike û li ser çend pirsên giring li ser astê Herêma Kurdistanê û Îraqê bicivin.

24 Cotmeh 2023 - 05:11
24 Cotmeh 2023 - 05:11
 0
PDK û Goran li Pîrmamê dicivin

Berpirsekê bilind ê Bizava Goranê ji ajansa K24ê re ragehand, Îro seet 11ê berî nîvro, şandeke wan a bilind dê serdana PDKyê bike.

Wî berpirsê Goranê amaje da wê yekê ku herdu alî dê li ser rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û peywendiyên navbera Goranê û PDKyê û zêdetir hevahengîkirinê li ser astê Hikûmeta Herêma Kurdistanê danûstandinan bikin.

Herwesa wî tekez li ser wê yekê jî kir ku îro Goran û PDK dê li Pîrmamê danûstandinan li ser peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û pirsên bodce û mûçe û qanûna neft û xazê û hilbijartinan bikin.

Kurdistan24ê zanî ku ew şanda Bizava Goranê dê bi serokatiya Omerê Seyîd Elî be û Şanda Bilind a PDKyê jî dê bi serokatiya Fazil Mîranî pêşwaziya wê bike.

Ev nûçe bi tevahî 976 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:17:58