PDK û YNK bi şanda hevbeş diçin Bexdayê

Partî û Yekîtî bi yek şanda hevbeş diçin Bexdayê.

8 Tebax 2018 - 06:20
8 Tebax 2018 - 06:20
 0
PDK û YNK bi şanda hevbeş diçin Bexdayê

Her dû Peyvdarên Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê civiyan. Civîn bi amadekirina reşnivîsa projeya hevbeş a Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê ji bo danûstandinên digel aliyên siyasî yên Îraqê, bi mebesta pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê, taybet bû.

Her di wê civînê de, tekezî li ser reşnivîsa hevbeş hatiye kirin, ku tê de berevanîkirin û bidestxistina mafên netewî û niştîmanî yên Kurdistanê, di pêşiya beşdariya wan di hikûmeta bê ya Îraqê de be.

Herweha rêkeftin li ser wê yekê hat kirin ku, prensîbên Hevparî, hevkarî û hevbeşî binemayên sereke yên pêkanîna kabîneya hikûmeta nû ya Îraqê be.

Ev nûçe bi tevahî 948 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:13:03