PDK û YNK li Hewlêrê li ser pirsa Serokkomariya Iraqê dicivin
Şandên asta bilind ên PDK û YNKê îro li Hewlêrê dicivin, da ku li ser namzedê Serokkomariya Iraqê bigihîjin biryareke dawî. Ev civîn wekî pêngaveke yekalîker ji bo pêvajoya siyasî ya Iraqê tê dîtin.

Şandeke asta bilind a Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Bafil Talebanî îro 11ê Sibatê serdana navçeya Pirmamê ya Hewlêrê dike û bi şandeke asta bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re li ser posta Serokkomariya Iraqê gotûbêjan dike.
Endama Komîteya Navendî ya PDKê Eşwaq Cef ji bo medyayê ragihand, ev civîn dê civîneke yekalîker be. Cef diyar kir, eger her du partî li ser namzedekî li hev bikin, dê bi namzedekî hevbeş beşdarî rûniştina Parlamentoya Iraqê bibin. Lêbelê, eger lihevkirin pêk neyê, PDK û YNK dê bi du namzedên cuda bikevin nav pêşbaziyê.
Ji aliyê din ve, Serokê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê Herêm Kemal Axa destnîşan kir, rojeva sereke ya civîna li Pirmamê posta Serokkomariyê ye.
Kemal Axa aşkere kir, eger PDK û YNK îro bigihîjin lihevkirinekê, biryar e roja pêncşemê, 12ê Sibata 2026an, Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina Serokkomarê nû rûniştina xwe pêk bîne.
Nûvekirina herî dawî: 12:23:29






































































































































































