PDKe û YNKe hewla razîkirina aliyên siyasî didin

Eendamekî Encûmena Nûnerên Iraqê ragehand:”Emê li gel Bexdayê de derheqê du babetan gotûbêjan bikin û encamên wan gotûbêjane ji bo xelkê Kurdistanê rabgehînin.”

4 Sibat 2017 - 12:08
4 Sibat 2017 - 12:08
 0
PDKe û YNKe hewla razîkirina aliyên siyasî didin

Endamê Encûmena Nûnerên Iraqê, Dr. Erefat Kerîm ji bo BasNewsê ragehand ku:”Şandeke Herêma Kurdistanê diçe bexdayê lê belê divê şand bihêz be. YNK(Yekitiya Niştimaniya Kurdistan) û PDK(Partiya Demokrata Kurdistan)ê hewla vê yekê didin ku aliyan razî bikin ji bo ku şanda siyasî berfireh be.”

Di dawiyê de, vê yekê jî zelal dike ku:”Şand siyasî dibe û gotûbêjên li gel Bexdayê du babetên sereke dibin ya yekem divê em wek Kurd bersiveke rast wergirin ku yan divê şiraketeke rast di Iraqê de were pêkanîn, Kurdistanê û Bexda wek du hevbeş lihev bikin. Duyem, yan divê di egera lihev nekirinê de ji bo xwelkê bêjin ku Bexda naxwaze rêk bikeve û divê em hizr li pêşeroja xwe bikin.”

Ev nûçe bi tevahî 1291 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:45:19