Pêla germê Bakurê Kurdistanê daye ber xwe: Digihe 48 pileyan

Dê îro li hinek navçeyên Bakurê Kurdistanê yên wekî Cizîra Botan, Silopya, Heskîf û Bismilê dê pileya germê bigihe 48an.

10 Tebax 2023 - 03:58
10 Tebax 2023 - 03:58
 0
Pêla germê Bakurê Kurdistanê daye ber xwe: Digihe 48 pileyan

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku dê îro li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê germahiyeke zêde hebe, bi taybatî li parêzgehên wekî Amed, Meletî, Sêrt û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê dê pileya germê 40î derbas bike.

Li gorî daxuyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê li bakurê wî welatî hewa dê ewr be, dê li herêma Derya Reş jî baran bibare.

Li Bakurê Kurdistanê jî dê pileya germê li jorî asta asayî ya demsalê be.

Li hinek parêzgehên Bakurê Kurdistanê dê pileyên germahiyê wiha bin:

Amed: 44

Meletî: 40

Sêrt: 43

Riha: 42

Dê pileya germê bigihe 48an

Navenda Keşnasiyê ya Amedê 8ê Tebaxê ragihandibû ku dê roja pêncşemê li çendîn parêzgehên Bakurê Kurdistanê yek ji germtirîn rojên salê be.

Li navçeyên wekî Cizîra Botan, Silopya, Heskîf û Bismilê jî dê pileya germê bigihe 48an.

Ev nûçe bi tevahî 509 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:54:27