Li Meletiyê agir bi daristanê ket

Li navçeya Çirmikê ya Meletiyayê ya Bakurê Kurdistanê, li deverên çiyayî agir bi daristanê ket û hewlên vemirandina agir berdewam in.

10 Tebax 2023 - 03:59
10 Tebax 2023 - 03:59
 0
Li Meletiyê agir bi daristanê ket

Şevê din li gundê Hoçava yê navçeya Çirmikê ji ber sedemeke nediyar agir bi daristanê ket.

Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar, tîmên parastina sivîlan û tîmên Rêveberiya Daristanan a Bajêr çûn cihê bûyerê.

Kar û xebatên vemirandin û kontrolkirina agir berdewam in.

Herwiha tê gotin ku zerar gihiştiye hinek bax û bistanên deverê.

Ev nûçe bi tevahî 553 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:10:05