PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, Kesayetîyên Serbıxwe Lı Amedê Şêx Seîd û Hevalên Wî Bıbîranîn

Komîsyona Hewldana Konferansa Yekîtîya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê (PÊLKURD, PARTÎYA SOSYALÎST A KURDISTAN -PSK, PARTÎYA WELATPARÊZÊN KURDISTANÊ -PWK, TEVGERA VEJÎNÊ YA KURDISTANÊ -VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE YÊN KURDISTANÎ), roja 28.06.2026ê li Amedê bi konferansekê Şêx Seîd û serkirdeyên tevgera neteweyî ya 1925ê bi bîr anî.
Konferansa ku bi moderatorîya Elî Oncî bî rêve çû. li gel sirûda neteweyî EY RAQÎBê bi rêzlêgîrtîna ji bo şehîdên Kurdistanê dest pêbû.
Alî Oncu, di derbarê armanca vê konferansê û girîngî û rola Şêx Seîd ya di tevgera milî ya 1925ê de kurte axaftinek kir.
Paşê axîftvanên konferansê Saîd Veroj, Mahmûd Fevzî Firat, A. Nasir Melekanî gotarên xwe pêşkêş kirin.
Lêkolîner, nivîskarê kurd Seîd Veroj, di axaftina xwe de, di derbarê partî û rêxistinên kurdan ên berîya şerê cîhanê yê yekem û piştî şerê cîhanê yê yekem heta serîhildana1925ê de agahdarî da.
Nevîyê Şêx Seîd , kurê Abdulmelîk Firat Mahmûd Fevzî Firat di derbarê rola malbata Şêx Seîd û wek rêberekî neteweyî û olî û girÎngîya tifaqa neteweyî de axivî.
A. Nasir Melekanî bi zaravayê kirdkî-kirmanckî di derbarê rola eşîr û şêx û rêberên sîyasî, eskerî, civakî yên kurdan di serîhildana 1925ê de nirxand.
Hersê axaftvanan jî, tevgera kurd a 1925ê wek tevgereke neteweyî, olî û civakî nirxandin.
Endamê Mekteb Sîyasî ya PDKyê, Berpirsê Ragehandina PDKyê Dr. Salar Osman jî wek mêvan beşdarî konferansê bû. Li ser daxwaza moderatorê konferansê Alî Oncû, Dr. Salar Osman jî di derbarê girîngîya Şêx Seîd û tevgera neteweyî ya 1925ê de bîr û rayên xwe anî zimên.
Sîyasetmedarê kurd Muslum Korkûtayta jî di derbarê girîngîya tevgera kurdî ya 1925ê û rola Şêx Seîd de axivî.
Di dawîya konferansê ji bo Şêx Seîd û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê fatîha hate xwendin.
Li gel endamên wan alîyên ku ev konferans amade kiribûn gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd jî beşdarî konferansê bûn.
Konferans bi awayekî serkeftî û berhemdar bidwî hat.
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
Nûvekirina herî dawî: 12:00:57















































































































































































