Pêngaveke nû ji bo Sûriyeyê: Amerîka cezayên serdema Esed radike

Meclisa Nûneran a Amerîkayê pêşnûmeya betalkirina cezayên Yasaya Qeyser a li ser Sûriyeyê pesend kir.

11 Berfanbar 2025 - 11:33
11 Berfanbar 2025 - 11:33
 0
Pêngaveke nû ji bo Sûriyeyê: Amerîka cezayên serdema Esed radike

Ev gav piştî rûxîna desthilata Beşar Esed wekî guherîneke mezin di siyaseta Washingtonê de tê dîtin.

Meclisa Nûneran a Amerîkayê pêşnûmeya betalkirina cezayên sînordarker ên Yasaya Qeyser (Caesar Act) a li ser Sûriyeyê qebûl kir ku di serdema Beşar Esed de hatibûn sepandin.

Hewldana rakirina cezayan roja çarşemê di çarçoveya pakêteke berfireh a lêçûnên parastinê de ku wekî Yasaya Desthilatdayîna Parastina Neteweyî (NDAA) tê naskirin, hat pesendkirin.

"Derfetek ji bo paşeroja bêyî Esed"

Nûnerê Floridayê Brian Mast di rûniştina Meclisê de got:

"Bi vê NDAAyê re, wekî gelek kes dizanin, em cezayên li ser Sûriyeyê radikin ku ji ber Beşar Esed û şkencekirina gelê wî hatibûn danîn.

Em derfetekê didin Sûriyeyê ku paşeroja xwe ya bêyî Esed ava bike."

Mast berê li dijî rakirina cezayan derdiket.

Di daxuyaniya xwe de hişyarî da û got, li gorî pêşnûmeyê, "Eger Serok pêwîst bibîne Koşka Spî dikare ducare cezayan bisepîne."

Pêşnûme niha diçe Senatoyê û tê payîn ku beriya dawiya salê deng li ser bê dayîn.

Eger were qebûlkirin, NDAA dê Yasaya Qeyser a 2019an betal bike ku ji ber sûcên şer ên di şerê navxweyî yê 13 salan de hikûmeta Sûriyeyê ceza kiribû.

Her wiha ev yasa ferz dike ku Koşka Spî raporên berdewam biweşîne û piştrast bike ku hikûmeta nû ya Sûriyeyê li dijî şerkerên Îslamî têdikoşe û mafên kêmîneyên olî û etnîkî diparêze.

Parêzvanên mafên mirovan memnûn in

Parêzvanên mafên mirovan piştgirî da sivikkirina cezayên giran ku Amerîka û welatên din ên Rojavayî di dema şer de li ser Sûriyeyê sepandibûn.

Ew dibêjin rakirina wan sînordarkirinan dê piştî salên wêraniyê alîkariya Sûriyeyê bike ku aboriya xwe baş bike.

Kanûna Pêşîn a 2024an, demek kurt beriya ku Trump ji bo heyama duyem vegere ser desthilatê, hêzên mixalif hikûmeta Esad rûxandibû û Esad neçar mabû ku bireve Rûsyayê.

Trump ji wê demê ve gelek ceza li ser Sûriyeyê rakirine û bi Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiyaye.

Lê hinek ceza tenê dikarin ji aliyê Kongreyê ve werin rakirin ku Trump jî teşwîq kiribû ku qanûndanêr vê gavê biavêjin.

"Mucîze"

Vê mehê Sûriyeyiyan salvegera yekemîn rûxana Esed bi fîşekên hewayî û nimêjan pîroz kir lê welat hîn jî rûbirûyî zehmetiyan e.

Rayedarên Sûriyeyê daxwaza rakirina cezayên mayî dikin û dibêjin ji bo aramiya aborî ev yek pêwîst e.

Serokê Banka Navendî ya Sûriyeyê Ebdulqadir Husriye hefteya borî di hevpeyvînekê de bi Reutersê re rakirina cezayên Amerîkayê wekî "mucîzeyekê" pênase kiribû.

Her wiha Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî jî deng da ku cezayên li ser Serokkomar Ehmed Şer û Wezîrê Karên Navxwe Enes Xetab werin rakirin ku berê di lîsteya kesên bi DAIŞ û El Qaîdeyê ve girêdayî de bûn.

 

Ev nûçe bi tevahî 28 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:36:38