Nêçîrvan Barzanî: Jin stûnên sereke yên civakeke tendurist in
Alîkarê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî, bi helkefta salvegera 73yemîn a damezrandina Yekîtiya Jinan a Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de tekez kir ku jinên Kurdistanê di rojên dijwar ên şoreşê de bûne mînaka bilind a berxwedanê û îro jî di qonaxa avedankirinê de rola wan a bibandor heye.
"Dibistaneke mezin a niştimanperweriyê"
Alîkarê Serokê PDKyê Nêçîrvan Barzanî, di peyama xwe de Yekîtiya Jinan a Kurdistanê wekî "dibistaneke mezin a niştimanperweriyê" bi nav kir û got:
"Di salvegera 73yemîn a damezrandina wê de, ez pîrozbahiyên herî germ li sekreterî û endamên Yekîtiya Jinan a Kurdistanê û hemû jinên Kurdistanê dikim.
Yekîtiya Jinan a Kurdistanê, wekî dibistaneke mezin a niştimanperwerî û pêgihandinê, xwedî dîrokeke tijî serwerî ye.
Ev rêxistina têkoşer ku li ser bingeha bîr û baweriya rêbaza Barzaniyê Nemir hatiye damezrandin, her tim bûye beşeke neveqetandî û hevpareke çalak a xebata niştimanî û di heman demê de pêşenga xebata medenî û civakî bûye."
"Stûnên sereke yên civakeke tendurist in"
Nêçîrvan Barzanî amaje bi rola jinan a di dema şoreş û avedankirinê de kir û wiha pê de çû:
"Di rojên dijwar ên şoreşê de, jinên Kurdistanê bûn mînaka bilind a berxwedan û qurbanîdanê.
Îro jî di qonaxa avedankirin û bipêşketinê de, roleke çalak û bibandor di birêvebirin û pêşxistina civakê de dileyîzin.
Jinên Kurdistanê selmandine ku ew stûnên sereke yên civakeke tendurist û pêşketî ne."
"Bêyî jinan civak nikare ber bi paşerojê ve biçe"
Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de piştgiriya xwe ya ji bo mafên jinan ducare kir û got:
"Di vê salvegerê de, ji bo bidestxistina mafên wan û xurtkirina pêgeha jinan di navendên biryar û birêvebirinê de em piştgiriya xwe ya tam ji bo xebat û çalakiyên Yekîtiya Jinan a Kurdistanê ducare dikin.
Baweriya me ya tam heye ku bêyî beşdariya çalak a jinan, civak nikare ber bi paşerojeke geştir ve gavan biavêje.
Silav ji bo giyanê pak ê wan jinên ku di oxira azadiya Kurdistanê û mafên xwe de canê xwe bexşandiye."
Nûvekirina herî dawî: 12:34:58




































































































































































