Pêşmerge: Operasyona Pêşmerge li eniya Germesêr serkeftî bû

Wezareta Pêşmerge di derbarê operasyona li herêma Kanî Masî de ragihand ku ji bo zêdetir ewlekariya herêmê, qonaxeke din a operasyonê li gundê Kanî Masî yê ser bi çemê Sîrwan, eniya Germesêrê ewayek serkeftî hatiye encamdan.

9 Tebax 2022 - 04:45
9 Tebax 2022 - 04:45
 0
Pêşmerge: Operasyona Pêşmerge li eniya Germesêr serkeftî bû

6ê Tebaxa 2022ê, tabûra 2 ya lîwaya 3 ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li eniya Germesêrê li qeraxên çemê Sîrwan û gundê Dekî Serçem û derdora wê operasyoneke lêgerînê pêk anî û herwiha îro jî operasyoneke din jî hat lidarxistin.

Li gundê Kanî Masî yê li eniya Germesêrê tabûra 2 ya lîwaya 3 û lîwaya 19 a hêzên pêşmerge qonaxeke din a operasyonê pêk anîn.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, operasyon bi armanca dabînkirina ewlehiya zêdetir a navçeyê hatiye encamdan.

Wezareta Pêşmerge tekez kir, operasyon îro saet 11:00ê sibê bi awayekî serkeftî bidawî hat.

Ev nûçe bi tevahî 673 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:50:47