Pêşmergeyan operasyoneke lêgerînê li Çiyayê Qereçoxê encam da

Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li quntara Çiyayê Qereçoxê ku gumana wê hebû baregeh û stargehên terorîstan hene, operasyoneke lêgerînê pêk anî.

29 Berfanbar 2022 - 08:46
29 Berfanbar 2022 - 08:46
 0
Pêşmergeyan operasyoneke lêgerînê li Çiyayê Qereçoxê encam da

Wezareta Pêşmerge îro di daxuyaniyekê de ragihand, “Roja 28/12/2022an, Lîwaya 14 a Piyade ya Wezareta Pêşmerge bi alîkarî û piştevaniya beşa segvanî a Wezareta Pêşmerge ya bi navê (K9) operasyoneke lêgerînê li quntara Çiyayê Qereçoxê bi serkeftî encam da.”

Diyar kir jî, di vê operasyonê de lîwaya 14 a Piyade li gundên Gawir, Kendal, Girdeşîn, Melk Axa û Kepenereş ên li quntara Çiyayê Qereçoxê geriyan.

Da zanîn jî, armanca operasyonê jinavbirina baregeh û stargehên terorîstan û dabînkirin aram û ewlehiyê li wan gundan bû ku guman hebû paşmayên çekdarên DAIŞê hene.

Ev nûçe bi tevahî 571 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:13:12