Peyama cejnê ya Hikûmeta Kurdistanê

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê di peyamekê de Cejna Remezanê li misilmanên Kurdistanê û li malbatên şehîdan û pêşmergeyên qehreman pîroz kir.

14 Hezîran 2018 - 18:35
14 Hezîran 2018 - 18:35
 0
Peyama cejnê ya Hikûmeta Kurdistanê

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi boneya hatina Cejna Remezanê ya pîroz, em gerimtirîn pîrozbahî li tevahiya misilmanên Kurdistanê û Iraqê û cîhanê dikin. Herwiha em bi taybetî vê cejnê li malbatên serbilind ên şehêdan û Pêşmergeyên qehreman pîroz dikin.

Em hêvîdar in ku ev cejin bibe cihê xêr û xweşiyê bo hemû aliyan û hander be jî ji bo hewl û karên cidî bi armanca tebayî û yekrêziyê, bo bi destanîna aramî û aştî û xweşguzeraniyê.

Ev nûçe bi tevahî 3568 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:15:47