Peyama Serok Barzanî ji bo roja bûna Pêxemberê Îslamê

Serok Barzanî bi helkefta roja bûna Pêxemberê Îslamê peyamek parve kir û tê de pîrozbahî li hemî Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.

4 Îlon 2025 - 10:31
4 Îlon 2025 - 10:31
 0
Peyama Serok Barzanî ji bo roja bûna Pêxemberê Îslamê

 Serok Mesud Barzanî bi helkefta roja bûna Pêxemberê Îslamê peyamek parve kir û tê de pîrozbahî li hemî Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.

Peyama Serok Barzanî

Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan

Bi helkefta hatina roja bûna Pêxemberê Mezin Hesretê Mihemed (Silavên Xudê li ser bin) û cejna mewlûdê, ez bi germî pîrozbahiyê li hemî Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.

Em ji Xudayê mezin dixwazin ku, di vê helkefta pîroz de deriyê dilovanî û bereketa xwe ji bo gelê Kurdistanê û hemî gelên deverê veke û ev helkefta pîroz bibe sedema bidawîhatina şer, êş û azarên miletan û aştî, edalet û pêkvejiyan bi ser devera me û hemî cîhanê de bigire.

Weselamû Eleykûm Werehmetulahî Weberekatuhû

Mesûd Barzanî

 

Ev nûçe bi tevahî 29 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:12:46