Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta cejna pîroza Qurbanê

Serok Barzanî xêr û xweşiyê bo gelê Kurdistanê dixwaze.

15 Hezîran 2024 - 20:06
15 Hezîran 2024 - 20:06
 0
Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta cejna pîroza Qurbanê

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi minasebeta hatina cejna pîroz ya Qurbanê germtirîn pîrozbayên xwe pêşkêşî misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Pîrozbayê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û welatiyên xweşdiviyê Kurdistanê dikim.

Bi vê minasebeta pîroz ji xwedayê mezin hêvîdarim xêr û xweşî û aramiyê ji bo xelkê Kurdistanê pêkbîne û ev cejna pîroz bibê sedema berqerarbûna aştî û aramiya li navçeya me û hemû cîhanê da.

Cejna we pîroz bê û bimînin bi xêr û xweşiyê de

Mesûd Barzanî

15ê hezîrana 2024

 

Ev nûçe bi tevahî 683 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:59:23