PKKê bi roketan êrişî leşkerên tirk kir

Endamên PKKê li çoltera navçeya Çelê ya Colemêrgê bi roketan êriş birin ser leşkerên tirk û di encamê de jî 3 leşker birîndar bûn.

4 Tîrmeh 2017 - 11:26
4 Tîrmeh 2017 - 11:26
 0
PKKê bi roketan êrişî leşkerên tirk kir

Walîtiya Colemêrgê di derbarê êrişa PKKê ya îro de daxuyanî da.

Walîtiya Colemêrgê diyar kir ku endamên PKKê bi roketan êrişî leşkerên tirk kirine û di encamê de jî 3 leşker sivik birîndar bûne. Leşkerên birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê û li wir tên dermankirin.

Hate ragihandin ku piştî êrişa PKKê li herêmê operasyona leşkerî dane destpêkirin.

Ev nûçe bi tevahî 2651 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:36:28