PKK helwesta xwe heta niha derbarê referandomê aşkere nekiriye
Piştî ku, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragehand ku, referandom bo serxwebûna Kurdistanê tê encamdan, piraniya aliyên Kurdistanî helwesta xwe ragehand lê heta niha Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) helwesta xwe aşkere nekiriye û bê alî maye.

Partiya MHP ya tûndirew bi niyete ku, babeta referandomê bibe Parlamentoya Tirkiyê daku, dijayetiya wê bike, herwiha Partiya Demokratîka Gelan(GDP) jî bê alî maye, ev yeke di demekê de ye ku, Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) jî heta niha ti helwest derbarê encamdana referandomê neragehandiye.
Di dema ku, hemû partiyên Kurdistanê derbarê encamdana referandomê bûne yek deng, Tevgera Goran hawara xwe digehîne Hikumeta Iraqê û aliyên Şîe û li dijî wê yekê kardike.
Heftiya borî di dema civîna Serkreterê Neteweyên Yekbûyî li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serkirdeyê PDK Hoşyar Zêbarî ji BasNewsê re ragehand ku, referandom bo serxwebûna Kurdistanê tê encamdan û NY amade ye serperiştiya wê bike.
Nûvekirina herî dawî: 20:48:18